
Îro ji bo rojnamegeriya kurdî rojeke dîrokî ye: 22yê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî ye.
Rojnameya Kurdistanê 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreya Misirê dest bi weşana xwe kiriye û ji wê rojê ve 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê bibîranin û pîroz kirin.
Ev ne tenê rojnameyek e; Di heman demê de ev mînaka yekem a hewldana civakekê ye ku xwe bi zimanê xwe îfade bike û mafê bidestxistina agahiyan û weşana bi rêkûpêk bike. Her çend ev rojname ji çar rûpelan pêk dihat û li derveyî welêt dest bi weşana xwe kiribe jî, di dîroka çapemeniya Kurdan de weke qonaxeke girîng hatiye bibîranîn.
Rojnamegeriya kurdî jî wek hemû zimanan di nava 127 salan de di gelek qonaxan re derbas bûye. Bi pêşketinên teknolojiyê re, weşangeriya kurdî jî xwe nûjen kiriye û dest bi weşangeriya dîjîtal kiriye, weşanên pirzimanî berbelav bûye û bi dest xistina amûrên nû yên medyayê îro ev qad pir cihêrengtir bûye.
Di roja me ya îro de medyaya kurdî bi ajansên nûçeyan, qanalên televizyonan, rojname, platformên dijîtal û bi rojnamegerên jîr û jêhatî li Tirkîyeyê û li gelek deveran xebatên xwe didomînin.
Em wekî Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat, di vê roja watedar de ku bingehê rojnamegeriya Kurdî hatiye avêtin; Em 22yê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî li hemû hevkarên xwe yên di vî warî de qed didin pîroz dikin.
Em ji hemû rojnamevanên ku li gor prensîbên pîşeya rojnamevaniyê dixebitin, bi hêza nûçeyan bawer in û ji bo ku raya giştî bigihêje agahiyên rast dixebitin re serkeftinê dixwazin.
Em hêvî dikin ku salên bê de azadîya çapemenîyê, weşana pirzimanî û hevgirtina pîşeyî xurtir bibe…
Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat
GGC’nin Stockholm Paneli Sonuç Bildirgesi yayımlandı14 Haziran 202611:34 Kayapınar Belediyesi ve GGC Kupası Sahibini Buldu9 Haziran 202608:43 Stockholm’da “Barış Süreçlerinde Basının Hafızası” Paneli Sona Erdi16 Mayıs 202619:45 GGC’nin İsveç’teki “Barış Süreçlerinde Basının Hafızası” Paneli Başladı16 Mayıs 202612:15 GGC İSVEÇ’TE “BARIŞ SÜREÇLERİNDE BASININ HAFIZASI” PANELİ DÜZENLİYOR11 Mayıs 202612:27 3 MAYIS DÜNYA BASIN ÖZGÜRLÜĞÜ GÜNÜ ORTAK AÇIKLAMA3 Mayıs 202612:12