GGC li Almanyayê “Panela Aştiyê” li dardixe

GGC li Almanyayê “Panela Aştiyê” li dardixe
GGC li Almanyayê “Panela Aştiyê” li dardixe
  • Yayınlanma30 Ekim 2026 14:35

Panela bi sernavê “Di Pêvajoyên Aştiyê De Bîra Medyayê: Nêrîna Ewropayê-2”, ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilatê (GGC) ve tê organîzekirin, dê roja Şemiyê, 14ê Mijdarê, li bajarê Kolnê yê Almanyayê bê lidarxistin.

Di panelê de dê rojnameger, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl ji Tirkiye û Ewropayê bên cem hev û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, rola medyayê û perspektîfa kurdên li dîasporayê bên nirxandin.

Bername dê saet 10.00an de li Otêla Koln Marriott dest pê bike. Piştî qeydkirina beşdaran, serokê GGC Felat Bozarslan dê axaftina vekirinê bike.

Rewşa niha ya pêvajoyê û pratîka medyayê dê bên nirxandin

Di danişîna destpêkê ya panelê de, Tayip Temel, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê, dê li ser rewşa niha ya pêvajoyê li Tirkiyeyê agahiyan parve bike. Pêşketinên dawî yên di warê dewlet, civak û medya de, her wiha ragihandina pêvajoyê ji raya giştî ya Ewropayê re dê bên nîqaşkirin. Piştî danişînê dê beşa pirs û bersivan bê lidarxistin.

Danişîna duyemîn a bernameyê dê bi sernavê “Dengên ji Ewropa, Herêm û Medyaya Navendî: Şahîdiya Rojnamegeran” bê lidarxistin.

Di vê danişînê de Bulent Mumay, Alişer Delek, Nevzat Çiçek, Hatice Kamer û Zeki Ozmen dê wekî axaftvan cih bigirin. Di danişînê de dê mijarên wekî veguhastina bûyerên li qadê di medyayê de, pratîkên rojnamegeriya aştiyê li Tirkiyeyê, zehmetiyên ku rojnameger rastî wan tên û têkiliya di navbera medyaya herêmî û medyaya navendî de bên nirxandin.

Her wiha Perspektîfa li dîasporayê  dê bê nîqaşkirin

Di danişîna sêyemîn de, ku bi sernavê “Nêrînek ji Ewropayê: Perspektîfa Dîasporayê” dê bê lidarxistin, dê nêzîkatiya medyaya Ewropayê ya li hember pêvajoya li Tirkiyeyê, weşanên medyaya dîasporayê û têgihiştina raya giştî ya Ewropayê ya derbarê pêvajoyê de bên nîqaşkirin.

Di vê danişînê de Prof. Dr. Huseyin Çiçek, Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan û Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Ali Ertan Toprak dê wekî axaftvan beşdar bibin.

Di danişînê de dê rola medyaya Ewropayê di çareserkirina pevçûnan de û sînorên wê jî bên nîqaşkirin. Armanc ew e ku perspektîfên cuda yên civakî û akademîk di heman platformê de bên cem hev.

Panel dê bi danişîna forumê bi dawî bibe

Di beşa forumê de, ku dê di navbera saet 16.00 û 17.00an de bê lidarxistin, axaftvan û beşdarên ji Tirkiye û Ewropayê dê hêvî û pêşniyarên xwe yên derbarê pêvajoya aştiyê de parve bikin.

Nêzîkatiya dîasporaya Kurd a li Ewropayê ya li hember pêvajoyê, hêviyên hevpar û pêşniyarên çareseriyê dê di nav mijarên bingehîn ên forumê de cih bigirin.

Armanca ev çalakîyê ku koordînatoriya wê ji aliyê Hozan Adar ve tê kirin, ew e ku di derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de di navbera raya giştî ya Ewropayê û Tirkiyeyê de beşdarî avakirina diyaloqeke rasterast û pirreng bibe.